Li dadgeha Amerîkayê dijî malbata Barzaniyan doz hatiye vekirin

Doza Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê li Dadgeha Amerîkayê dijî malbata Barzaniyan vekiriye di rojevê de ye.
Hat diyarkirin ku malbata Barzanî ji bo bersiva dadgehê bide kompanya herî giranbiha ya parêzeran girtiye.

Gendelî û diziyên malbata barzanî di rojeva Dadgeha Amerîkayê de ye.

Di 30’ê Çileya 2024’an de Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê û welatiyek Amerîkî li Dadgeha Amerîkayê dijî malbata Barzaniyan doz vekirin

Lêkolînvan, nivîskar û berpirsê berê yê Pentagonê Michael Rubin li ser hesabê xwe yê X’ê ragihandibû ku li Dadgeha Amerîkayê dijî malbata Barzanî dozek din hatiye vekirin.

Li gorî Rubin, doz yasayî ye û bi bihayê yek milyar dolar dijî malbata Barzanî hatiye tomarkirin.

Malbata Barzanî ji bo dozê kompanya herî giranbiha ya parêzeran girtiye

Hat diyarkirin ku malbata Barzanî ji bo bersiva dadgehê bide kompanya herî giranbiha ya parêzeran a bi navê Greenberg Traurig girtiye.

Ev kompanya parêzeran bêtirî 2 hezar 750 parêzerên wê heye û li seranserî cîhanê ofîsên wê hene.

Li gorî agahiyan hemû hewldanên Barzaniyan ên ji bo girtina soza li dijî wan bê encam mane.

Lewma niha bi neçarî navê xwe li dadgehê tomar kirine û divê li dadgehê amadebin û li benda biryara dawî ya dadgehê bin.

Herwiha dozek jî bi sedema kuştin, revandin û êşkenceyê li dijî Mesud Barzanî, Mesrûr Barzanî û Weysî Barzanî hatiye vekirin.

Tê payîn di rojên pêş de Dadgeha Amerîkayê li ser dozan rojek ji bo civînê diyar bike.

Li Dadgeha Amerîkayê ji ber 25 giliyan doz li Mesrur Barzanî hatiye vekirin

Back to top button