KCK’ê: Rêheval Aysel bû yek ji şehîdên mezin ên meha Gulanê

Hevserokatiya KCK’ê bi boneya şehadeta jina têkoşer Aysel Dogan daxuyaniyek da. KCK’ê Dogan bibîr anî û bang li welatparêzên Kurdistanê û hemû derdorên şoreşger ên demokratîk kir û got, “Xwedî li şehîdên azadî û şoreşê derkevin û têkoşînê mezin bikin.”

Hevserokatiya Koma Civakên Kurdistanê – KCK’ê bi minasebeta şehîdbûna jina şoreşger û têkoşer Aysel Dogan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê di daxuyaniya xwe di şexê Aysel Dogan de hemû şehîdên şoroşe bibîranî û got:

“Rêheval Aysel Dogan şoreşgereke mezin bû ku hemû jiyana xwe da têkoşînê.

Rêhevaleke ku ji bo azadî û rizgariya gelan, jinan û mirovahiyê her cure berdêl daye, li hemberî dijmin xwedî hêrseke mezin bû û bi kesayeta xwe ya têkoşer, berxwedêr û serhildêr ti carî serî li ber dagirkeriyê netewand. ”

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de balkihşand li ser rihê berxwedêr ê Şehîd Aysel Dogan û got:

“Rêheval Aysel xwedî ruh û seknek pir bi israr bû.

Zanabûn û hezkirina wê ya welat pir kûr bû.

Pir girêdayî wê baweriyê bû ku mirov û civakbûn tenê bi welat û civakek azad pêkan e.

Rizgariya Kurdistanê, gelê Kurd û jinên Kurd xeyal û hesreta wê ya herî mezin bû.

Her tim ji bo vê xeyal û azweriyê jiya û heta ku şehîd bû ji bo vê têkoşiya û bû yek ji şehîdên mezin ên meha Gulanê.”

KCK”ê dazanîn ku Şehîd Aysel li beramberî Rêber APO xwedî dilsoziyeke kûr û qawîm bû û di sala 1999’an de li ser banga Rêber Apo bêyî dudilî tevlî koma duyemîn a aştiyê bû û ji Ewropayê derbasî Tirkiyê bû. Tevî ku dizanibû ku wê ji aliyê dewleta Tirk ve were girtin û biavêjin zindanan jî, lê dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo û têkoşînê rêheval Aysel gihande vê sekna giranbuha.

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de di Şexsê şehîd Aysel Dogan de soza bi şehîdan re dubare kir û bang li welatparêzên Kurdistanê û hemû derdorên şoreşger ên demokratîk kir û got, “Xwedî li şehîdên azadî û şoreşê derkevin û têkoşînê mezin bikin.”

Back to top button