Parêzer, Rojnameger û Aktîvîstên li Başûrê Kurdistanê bertek li dijî êrişên Tirkiyê nîşan dan û diyar kirin ku armanca Tirkiye qirkirina Kurdan e.
Rojnamevan û parêzer Erdelan Fatîh Berzencî behsa êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê kir û got:
”13’ê Adara 2003’an Parlamentoya Başûrê Kurdistanê biryarek derxist têde dagirkeriya Tirk hatibû red kirin.
Lewra divê hikûmet li gorî biryaran tev bigere û leşkerên Tirk ji nava axa Başûr derxe.”
Rojnameger û Aktivîstên Hewlêrê: Armanca Tirkiye qirkirina Kurdan e
Rojnameger û Aktîvîstên Hewlêrê jî diyar kirin ku armanca Tirkiye ne tenê PKK’ê ye ew dixwaze qira Kurdan bîne.
Her wiha anîn ziman ku PDK’ê alîkariya dewleta Tirk dike û deriyê Başûrê Kurdistanê ji bo dagirkeriyê vedike.