2 Endamên RJAK’ê hatin berdan, yek jî girtî ma

Ji endam û rêveberên RJAK`ê Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen ku PDK’ê ew revandibûn hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî jî hîna girtî ye.

Endamên şandeya meclîsa RJAK’ê di 5’ê Tebaxê de, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin revandin.

Ji dema ku hatine revandin heya niha agahî ji wan nedihate girtin.

Piştî 33 rojan duh êvarî bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêvebe rên RJAK Xewle Mihemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan.

Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hîn jî nehatiye berdan.

Derbarê mijarê de ti daxuyaniyek jî nehatiye dayîn.

Back to top button