Li senatoya Amerîkayê firotina F-16 ya bo Tirkiyê bertek

Senatoya Amerîkayê nerazîbûn nîşanî firotina F-16 ya rêveberiya Joe Biden ji bo Tirkiyê da.
Senatorê komarparêz Rand Paul ji bo astengkirina firotina F-16 bo Tirkiyê pêşnûmeya qanûnî pêşkeş kir.

Ji bo pejirandina pêşnûmeya qanûnî ya endamê Komîsyona Têkîliyên Derve ya Senatoya Amerîkayê Rand Paul pêwîstî heye ku di Meclisa Nûnertiyan a Amerîka û Senatoyê de hejmarek zêde erê bike.

Heger pêşnûme bi yasayî nebe wê firotin pêk were.

Pêşnûmeyên nerazîbûnê bê erêkirin jî mafê Joe Biden a red kirinê heye.

Di vê navberê de wextê îtîraza Kongreyê derbarê firotinê ya ku bo Tirkiyê de bê kirin 10’ê Sibatê tijî dibe.

Piştî erêkirina endamtiya Swêdê ya NATO’yê ji aliyê Tirkiyê ve, rêveberiya Biden çira kesk da firotina F-16’an ji bo Tirkiyê.

Di danezana firotina Tirkiyê de ku bi qasî 23 milyar dolar e, cebilxane, alavên leşkerî û malzemeyên leşkerî jî hene.

Back to top button