Cîgirê Serokê Koma DEM Partiyê Temellî careke din daxwaza avêtina gavên berbiçav ya di pêvajoyê de kir.
Temelli ji mafê hêviyê bigire heta statuya yasayî ya Rêber Apo di gelek mijaran de xwest reform pêk werin.Her wiha, parlameterê DEM Partiyê Sakik jî bi Erdogan re Civiya û têkildarî pêvajo û pirsgirêkên herêmê de bendewariyên heyî anî ziman.
Cîgirê Serokê Koma DEM Partî Sezaî Temellî di civîna çapemeniyê ya ku li Parlamentoyê li dar xist de pêvajo nirxand.
Temellî diyar kir ku divê hikûmet gavên berbiçav derbarê aştî û çareseriya demokratîk de bavêje.
Wî bendewariyên di rêziknameyek “mafê hêviyê” û rêkûpêkkirinên ji bo girtiyên nexweş de anî ziman.
Temellî: Pêwiste mercên statuya hiqûqî û danûstadinê yên Ocalan bên başkirin
Temellî teqez kir ku pêdivî bi rêziknameyek qanûnî ya taybetî heye ku di rojeva Parlamentoyê de cih bigire.
Her weke daxwaza naskirina statuya qanûnî ya Rêber Abdullah Ocalan û afirandina şert û mercên ji bo danûstandinên demokratîk kir.
Temellî diyar kir ku vekirina kanalên ragihandinê bi Îmraliyê re û afirandina şert û mercên ku Ocalan bikaribe beşdarî pêvajoyê bibe girîng e.
Li aliyê din, hevdîtina di navbera Parlamenterê Agirî yê DEM Partî Sirri Sakik û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk hat.
Sakik di parvekirina li ser hesabê xwe yê X’ê de diyar kir ku di hevdîtinê de wî daxwazên gel ên ji bo aştî, demokrasî û edaletê ji Erdogan re vegotiye.
Sakik anî ziman ku wan qonaxa niha ya pêvajoyê û gavên berbiçav ên ku ji bo pêşveçûna wê divê werin avêtin nirxandine.
Di wextekî ku DEM Partî li Parlamentoyê bal kişand ser rewşa qanûnî ya Rêber Apo û mercên danûstandinên demokratîk, bi hevdîtina li gel Erdogan jî hêviya xwe ya ji bo gavên siyasî û qanûnî yên berbiçav di pêvajoya aştiyê de dubare kir.



