Li Enqerê wê di Tîrmehê de lûtyeka NATO pêk were
Serokê DYA Trump wê ji bo lûtkeyê biçe Tirkiyê.
Rêveberiya Washingtonê dibêje, ev lûtkeya pêk were wê ji bo paşeroja NATO yak ji yên herî girîng be.
Ev daxuyanî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio hat.
Rubio li ber Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisê axivî û ragihand ku Trump wê bi xwe beşdarî Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATO’yê bibe.
Her wiha bal kişand ser lûtkeya ku wê 7-8’ê Tîrmehê li Enqerê pêk were û got;
Ev dikare bibe yek ji girîngtirîn lûtkeyên di dîroka NATOyê de.
Rubio: Lûtkeya Nato a li Tirkiyê pêk bê wê yek ji yên herî girîng be
Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir ku hin mijarên krîtîk ên derbarê pêşeroja hevpeymaniyê de wê li ser maseyê bin û got;
Pêwistiya NATO bi guhertinên girîng heye.
Li gorî Rubio, Lûtkeya Enqereyê wê hem di diyarkirina nexşerêya NATO’yê ya ji bo serdema nû de û hem jî di zelalkirina mijarên nakok di nav hevpeymaniyê de xalek krîtîk be.
Bi vî awayî, Enqere dê di meha Tîrmehê de mazûvaniya yek ji girîngtirîn civînên siyaseta cîhanê bike.



