Hêzên Asayîşê 4 çeteyên Ebdulsemed şehîd kirîn girtin

Hêzên Asayîşê 4 çeteyên ku endamê wan ê bi navê Ebdulsemed El Hemûd şehîd xistibû, girtin.
Hate diyarkirin gelek çek û teqemenî bi wan çeteyan re jî hatin desteserkirin.

6’ê Sibatê şaneyeke çeteyan, endamê hêzên Asayişê Ebdulsemed El Hemûd ê ku li Reqeyê li bendeke kontrolê erka xwe bi cih danî, kir hedef.

Di encama êrişê de Ebdulsemed El Hemûd şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan kujerên şehîd Ebdulsemed girtine.

Hêzên Asayîşê diyar kir piştî lêkolîn û komkirina agahiyan li dijî şaneya çeteyan operasyonek pêk anîn û ev agahî da:

Hêzên me bi operasyoneke bibandor girte ser cihên ku 4 endamên şaneyê xwe lê vedişartîn û ew girtin.

Bi wan re kalaşnîkofek, demançeyek, 4 cercûrên kalaşnîkofan, 2 bombeyên destan û xencerek jî hatin desteserkirin.

Back to top button