Netanyahu: Reforma darazê wê ziyan nede demokrasiyê

Serokwezîrê Îsraîl Netanyahu yê di reformê de israr dike careke din îdia kir ku wê ev pêngav hevsengiya di nava hikumet û darazê de çêke.
Lê dijberên reformê careke din li qadan helwesta xwe diyar kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îdia kir ku biryara Meclisê ya sînordarkirina rayeyên Dadgeha Bilind di çarçoveya reforma dadwerî de wê zirarê nede demokrasiya welêt.

Reforma dadwerî ya hikumeta koalîsyonê ya bi serokatiya Netanyahu, ji ber qanûnên wê yên nakokî li welêt krîzek destûrî ya nehatî dîtin çêkir.

Ev jî bû sedema xwepêşandanên bi mehane li welat dewam dikin.anî.

Hikumeta ku piraniya parlamentoyê pêk tîne, tevî nerazîbûnên siyasî û civakî yên li hember rêziknameyê û xwepêşandanên girseyî yên ku 7 meh in dewam dikin, 24’ê Tîrmehê qonaxa yekem a vê pêvajoyê ji parlamentoyê derbas kir.

Bi pejirandina yekem ji guhertinan, Parlamenê desthilata Dadgeha Bilind sînordar kir ku karûbarê hukûmetê bişopîne.

Vê yekê jî fikarên li ser serxwebûna dadgehê zêde kir.

Netanyahuyê dixwaze reformê weke gaveke erênî nîşan bide li ser hev ji çapemeniya Amerîkayê re di axive.

Serokwezîrê Îsraîlê di hevpeyvîna xwe ya bi ABC re raste rast nebe jî peyamek ji Waşîngtonê re şand û rexneyên li dijberên reformê kir.

Netanyahu got,

Guhertina yek ji Qanûnên Bingehîn ên Îsraîl ku wekî destûrek fermî kar dike, ji bo dadgehek “çalakvan” “çareseriyek piçûk” e.

Netanyahu bi îdiaya ku dema rewş aram bibe wê sûdê rêziknameyê zelaltir derkeve holê û ev tişt anî ziman:

“Ev wekî dawiya demokrasiya Îsraîlê tê pênasekirin, ez difikirim ku ev ehmeqî ye û dema ku rewş çareser bibe wê her kes wê bibîne.”

Di hevpeyvîneke din a ligel CNN de, Netanyahu pirsa ‘gelo hikumet wê biryara betalkirina îhtîmal a Dadgeha Bilind bi cih bîne yan na’ bêbersiv hişt.

Hin komên siyasî ji bo betalkirina qanûna nû serî li Dadgeha Bilind dan.

Li gorî lêkolîneran ev gav dê rê li ber hesabpirsîna di navbera hikumet û Dadgeha Bilind veke ku wê guh bide îdiayan.

830 leşkerên Îsraîlê li dijî biryara reformê îstîfa kirin

Back to top button