Nîjer..Di êrîşa li herêma Tillaberî de 58 kes hatin kuştin

Li welatê Rojavayê Afrîka Nîjerê li dijî sivîlan komkujiyek pêk hat û herî kêm 58 kes mirin. Hikumetê ev komkujî weke “hovane” binav kir û li welat rojek şîn hat ragihandin.

Komkujî li herêma Tillaberî ya dikeve navbera Nîjer, Malî û Burkîna Faso de pêk hat.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê hikumeta welat ve, welatiyên ku ji bazarê vedigeriyan hedef hatine girtin.

4 maşîneyên ku bi dehan kesên çekdar li nav bûn, pêşiya welatiyan girtin.

Welatiyên li nava maşîneyan hatin kuştin, 2 maşîne hatin şewitandin û 2 maşîne jî desteser kirin.

Sedemê êrîşê nayê zanîn.

Heta niha ti rêkxistineke çekdar ya li herêmê çalak êrîş li xwe negirtiye.

Li herêma Sahel çeteyên El Qaîde û DAIŞ’ê çalakin.

Hikumeta ku nikare li vê herêmê ewlekariyê pêk bîne, dibe sedema ku çete tevgera xwe ya li herêmê zêde bikin.

Despêka salê jî li herêma Tillaberî careke din êrîş li ser 2 gundan hatibû kirin û zêdeyî 100 kes hatibûn kuştin.

Back to top button