Meclisa Tirk parlementeriya Farûq Gergerlîoglû betal kir

Parlementeriya parlementerê HDP’ê Farûq Gergerlîoglû li meclisa Tirk hat betal kirin. HDP li ber vê bîryarê rabû û diyar kir ku ew vê bîryarê qebûl nakin. Parlementerên HDP’ê li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Parlementer Gergerlîoglû jî li ber bîryarê rabû û diyar kir ew ji meclîsê dernakeve.

Zext û êrîşên li ser Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê dewam dikin.

Bîryara daraza Tirk a ku derbarê parlementerê HDP’ê yê bajarê Kocaelîyê Omer Farûq Gergerlîoglû de ku hatibû dayîn îro li meclîsa Tirkiyê hat xwendin û parlementeriya Gergerlîoglû hat betal kirin. Di dema xwendina bîryarê de Gergerlîoglû jî amade bû.

Piştî xwendina bîryarê parlementerên HDP’ê nerazîbûn nîşan dan û bi dirûşmeyên “Berxwedan Jiyane” bîryar protesto kirin. Parlementerên HDP’ê diyar kirin ku ewê bêdeng nebin.

Gergerlîoglû jî bi îşareta serketinê bîryar protesto kir û wiha got,

“Ez bi dengê 90 hezar kesî hatim meclisê. Ez wekîlê partiya xwe me û naçim ti derê. Ez xwe dispêrim îradeya gelê xwe. Em li ber van pêkanînên dij demokratîk serî natewînin.”

Gergerlîoglû destnîşankir ku ev bîryar binpêkirina destûra bingehîn e wiha dewam kir,

“Em vê bîryarê nas nakin. Min tenê parvekirineke aştiyê kir. Jiyana min bi têkoşîna mafên mirovan derbas bû. Ji ber min ji bo pirsgirêka Kurd pêşniyara çareseriyê kir ez hatim ceza kirin. Berxwedan jiyane. Ezê timî qala xwîşk û biratiya Tirk û Kurdan bikim.”

Parlementerê HDP’ê Farûq Gergerlîoglû di van demên dawiyê de ji ber kirinên dij mirovî yên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê eşkere dikir bû hedefa êrîşên desthilatê.

Gergerlîoglû lêgerîna tazî ya li girtîgehên dewleta Tirk bi belgeyan derxist holê û eşkere kir. Ev yek jî rastî bertekên tund yên desthilatê hat.

Herî dawî jî Gergerlîoglû derbarê êrîşa dewleta Tirk ya li ser Garê de ku bû sedema kuştina 13 leşker û polîsên dîl, ev parvekirin kiribû;

“Xizmên leşkerên di destê PKK’ê de 2 sal û nîv berê serî li min dabûn. Ji bo ew bi saxî vegerin alîkarî xwestibûn. Lê dewletê di vê mijarê de gav neavêt.”

Piştî betalkirina parlementeriya Gergerlîoglû parlementerên HDP’ê li meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Back to top button