Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Gelan a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gel bide koçberkirin û rê li pêşiya çeteyan veke.
Koçer anî ziman ku divê gelê hêrêmê hîn zêdetir bi hemû neteweyên xwe li ber van êrişan rabin û teqez kir ku berpirsyarê van komkujiyan jî hêzên Rûsya û koalisyona navneteweyî ye.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer, têkildarî êrişên dewleta Trik a dagirker nirxandin kir.
Hesen Koçer diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan guhertina demografiya herêmê û koçberkirina gele.
Hesen Koçer: Dewleta Tirk dixwaze rê li pêşiya DAIŞveke
Koçer anî ziman, ji bo dewleta Tirk tola DAIŞ’ê rake û bihêle çeteyên wî bêhn bigre van êrişan pêk tîne.
Hesen Koçer: Pêwîste gelê me hîn zêdetir li dijî êrişan hevgirtî bin
Koçer helwesta gel bi bîrxist û got pêwîste hîn zêdetir li dijî van êrişan gel hevgirtî û di nava berxwedanê de bin.
Hesen Koçer: Dewleta Tirk hevpeyîmana civakî ji bo xwe xeter dibîne
Hesen Koçer daxuyakirin ku dewleta Tirk hevpeyîmana civakî û pirojeya netewa demokratîk ji bo xwe xeter dibîne.
Hesen Koçer: Berpirsyariya komkujiyan di stuyê hêzên garantor de ye
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer teqez kir ku sedemê sereke ku dihêle Tirkiyê êrişan pêk bîne, bêhelwestiya Rûsiya û koalisyona navneteweyî ye.