Artêşa Îsraîlê li Xan Yunusê operasyonên xwe berfireh dike

Di roja 95’an a şerê Îsraîl û Hemasê de şer li bajarê Xan Yunis a Şerîda Xezayê zêde dibe.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşên li Xan Yunisê de 40 kesên çekdar hatiye kuştin.
Li aliyê din Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye anî ziman ku Îsraîl tevî qirkirin û komkujiyam negihiştiye armanca xwe.
Her wiha Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell destnîşan kir ku divê kuştina sivîlên li Xezayê bi dawî bibe

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li bajara Xan Yunusê operasyonên xwe yê bejahî berfireh dike.

Her wiha artêşê da zanîn di êrîşan de nêzî 40 kesên çekdar hatiye kuştin, hejmarek jî çek û tunelan hatiye dîtin.

Li gorî daxuyaniyê artêşê li herêma El Megazî balafirên şer li şaneyekî endamên çekdar xistiye û di encamê vê yekê de endamên di şaneyê de hatine kuştin.

Li aliyê din di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tesîsên leşkerî ku ji hêla hêzên deryayî yê Hemasê dihat bikaranîn hatine bomberankirin.

Îsmaîl Heniyye: Îsraîl tevî qirkirin û komjiyan negihişt armanca xwe

Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye anî ziman ku Îsraîl tevî qirkirin û komkujiyên pêk aniye di êrîşên xwe yê li dijî Xezayê de negihiştiye armanca xwe.

Heniye diyar kir ku Îsraîl plan dike bi êrîşan Hemasê têk bibe, dîlên xwe rizgar bike û Filîstîniyan jî neçarî koçberiyê bike.

Her wiha Îsmaîl Heniye derbarê dîlên di destê Hemasê de wiha got:

“Heger Îsraîl dixwaze bi zindî dilên xwe rizgar bike pêwîste hemû girtiyên li girtîgehên Îsraîlê serbest werin berdan.”

Nûnerê Bilind ê YE: Divê êdî kuştina sivîlên li Xezayê bidin rawestandin

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell destnîşan kir ku divê kuştina sivîlên li Xezayê bi dawî bibe û got:

“Divê êdî em qetilkirina sivîlan a li Xezayê bidin sekinandin.”

Borrell di daxuyaniya xwe ya piştî peywendiyên xwe yên bi Lubnan û Erebîstana Siûdî re diyar kir ku di serdana xwe de bal kişand ser rewşa mirovî ya li Xezayê û pêşîgirtina li metirsiya pevçûnên herêmî.

Şerê Îsraîl û Hemas: 93 Roj

Back to top button