Şerê Îsraîl û Hemas: 90 Roj

Şerê Îsraîl û Hemasê 90 rojê li pey xwe hişt.
Wezareta Tenduristiyê yê li Şerîda Xezayê bîlançoya dawî ragihand:
Şerê Îsraîlê li Şerîda Xezayê de ji 7’ê Cotmehê wir ve 22 hezar 313 kes mirine.
Ji ber şerê domdar jî 57 hezar 296 kes jî birîndar bûne.
Her wiha wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku encama êrşên Îsraîlê yê 24 saetan de 128 Fîlîsîtînî hatiye kuştin.

Şerê Îsraîlê li dijî Şerîda Xezayê de hejmarê windahiyan zêde dibe.

Êrîşên dawî yê Îsraîlê de li Xan Yûnus a başûrê Şerîda Xezayê 17 kes mirine.

Li gorî Ajansa Nûçeyên Cîhana Erebî Wezareta Tenduristiyê yê Şerîda Xezayê ragihand ku Îsraîl Kampa Penaberan a Cibaliyê kiriye armanc.

Di êrîşên Îsraîlê li dijî Cibaliyê yê bakurê Şerîda Xezayê de bi dehan kes hatiye kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Wezîreta Tenduristiyê yê Şerîda Xezayê bilançoya dawî yê windahiyan parve kir.

Şerê Îsraîlê li Şerîda Xezayê de ji 7’ê Cotmehê wir ve 22 hezar 313 kes mirine.

Ji ber şerê domdar jî 57 hezar 296 kes jî birîndar bûne.

Her wiha wezaretê di daxuyaniyê de diyar kir ku encama êrşên Îsraîlê yê 24 saetan de 128 Fîlîsîtînî hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê: Hejmara kuştiyên leşkerên Îsraîlî gihişt 174’an

Artêşa Îsraîlê jî da xuyakirin vê sibê di êrîşê de leşkerekî wan hatiye kuştin.

Her wiha artêşê diyar kir ku di nava 24 saetan de 31 leşkerên wan jî birîndar bûne.

Rojnameya Hertz ragihand ji birîndaran 18 leşker li Şerîda Xezayê ne.

Hejmara kuştiyên leşkerên Îsraîlê bi şerê Hemasê ve heya niha gihiştiye 174’an.

Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve 5 hezar 630 Fîlîstînî binçav kiriye

Hejmara binçavkirina Fîlîstîniyan ji hêla Îsraîlê ve zêde dibe.

Ji 7’ê Cotmehê wir ve li Şerîa Rojava û rojhilatê Qudisê kesên hatine binçavkirin derket 5 hezar 630’î.

Derbarê mijarê de Komaleya Girtiyên Filîsîtînî û Komîteya Karên Girtiyên Fîlîstînê yê girêdayî Rêxistina Rizgariya Filîstînê daxuyaniyeke nivîskî yê hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li bajarên Ramallah, Tulkerîm, Tubas, Nablus, Cenîn, Hebron û Beytlehmê 30 Filistînî binçav kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên Îsraîlê di binçavkirin û serdegirtina Filistîniyan de binpêkirinên wekî muameleya xerab, lêdan, tehdîdkirina girtiyan û malbatên wan, gulebarana rasterast bi armanca kuştinê û wêrankirina malên filistîniyan kirin.

Back to top button