Şerê Îsraîl û Hemasê 89 roj li pey xwe hişt.
Gelek bajar û bajarokên Şerîda Xezayê şer û pevçûn rû didin.
Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yê dawî navendekî Heyva Sor ê Xezayê kir armanc.
Di encama vê êrîşê de 5 Fîlîstînî hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne.
Her wiha Hemasê ragihand ku ji ber armancgirtina Salih el-Aruri pevguhertina dîlan û danûstanên agirbestê daye sekinandin.
Artêşa Îsraîlê li Şerîa Rojava êrîşî Tulkerîmê kir û kampa Nûr Şemsê jî pevçûn dest pê kir.
Li gorî televîzyona Fîlîstînê, Îsraîl hewl da kampa penaberan a Nur Şemsê dorpêç bike pevçûnek rû da.
Di heman demê de li başûrê El-Xelîl ê bajarê Dûra’yê artêşa Îsraîlê serdegirtinek pêk anî.
Her wiha bajarokê Ram ê bakurê Qudusê jî di navbera artêşa Îsraîl û Filîstiniyan de pevçûn rû da û gelek kes xazên ku artêşê avêt metirsiya canî çêbû.
Li gorî ajansa nûçeyan a Filîstînê hêzên Îsraîlî li hemberî sivîlan mermiyên plastîk, bombeyên deng û xaz bikaranî.
Îsraîl li Xan Yunusê navendekî Heyva Sor kir armanc
Artêşa Îsraîlê Xan Yunus ê rojavayê Xezayê li dijî navendeke Heyva Sor êrîşek pêk anî.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Heyva Sor a Fîlîstînê artêşa Îsraîlê Xan Yunûs ê rojavayî Şerîda Xezayê navendekî wan armanc kiriye.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku navenda Heyva Sor du cara hatiye armanckirin û di encama vê êrîşê de 5 Fîlîstînî hatiye kuştin, 3 jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê: Heya niha 508 leşkerên Îsraîlî hatiye kuştin
Li aliyê din artêşa Îsraîlê ragihand ku şerê li Şerîda Xezayê de leşkerekî wan hatiye kuştin û 5 jî bi giranî birîndar bûye.
Di daxuyaniya artêşê de ji 7’ê Cotmehê heya niha li Şerîda Xezayê 508 leşkerê wan hatiye kuştin.
Hemasê hevdîtinên pevguhertina dîlan da sekinandin
Hemasê piştî kuştina rêveberê wan ê payebilind ragihand ku pevguhertina dîlan û danûstanên agirbestê daye sekinandin.
Hemasê vê biryarê xwe ji welatên navbeynkar ê agirbestê re ragihand.
Piştî kuştina Salih el-Aruri Hemas û komên din ê Fîlîstînê diyarkirin ku wê li ber xwe bidin.
Rayedarên Îsraîlî Salih el-Aruri weke plankirina êrîşên li dijî hêzên Îsraîlê tawanbar kir û banga suîkastkirinê kiribû.
Şerê di navbera artêşa Îsraîl û Hizbûllahê de heya niha 28 sivîlên Lubnanî, 138 endamên Hizbûllahê, 5 sivîlên Îsraîlî û 9 leşkerên Îsraîlî hatin kuştin.



