Şerê Îsraîl û Hemas: 87 Roj

Şerê Îsraîl û Hemasê 87 roj li pey xwe hişt.
Bi domandina şer ve kuştî û birîndarên her du aliyên şer jî zêde dibin.
Heya xulekên destpêkê yê sala nû jî şer berdewam kir.
Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Xezayê di xulekên destpêkê yê salê de di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 24 kes jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê ragihand dibe ku şerê li Xezayê di dirêjahiya 2024’an de jî dewam bike.

Li şerê Îsraîl û Hemasê ku 7’ê Cotmehê destpê kir heya niha herî kêm 9 hezar 100 zarok, 6 hezar û 500 jin bi giştî 21 hezar û 822 Filîstînî hat kuştin.

Her wiha 56 hezar û 451 kes jî birîndar bûn.

Hîna jî tê ragihandin di bin xirbeyan de bi hezaran mirî hene.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî sedî 85 ê gelê Xezayê ji cihê xwe terk kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû di daxuyaniya xwe ya dawî de destnîşan kir wê şer bi mehan bidome.

Xulekên destpêkê ya salê şerê Îsraîl û Hemasê

Xulekên destpêkê ya salê jî di navbera Îsraîl û Hemasê şer rû da.

Saet 12’yê şevê artêşa Îsraîlê Xezayê bombebaran kir.

Di hemwextî bombebaranê Hemas jî roket avêtin Tel Avîvê.

Li gorî Wezîrê Tenduristiyê yê Xezayê di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 24 kes jiyana xwe ji dest dan.

Derbarê êrîşan de Hemas daxuyaniyek da û got:

“Ji bo bersivdana komkujiyên li hemberî sivîlan hatiye kirin li Tel Avîv bi roketên M 90 ve bersiv da.”

Li hêla Îsraîlê jî hat ragihandin di êrîşan de ti kuştin û brîndarî çênebûne.

Artêşa Îsraîlê: Dibe ku şerê li Xezayê di dirêjahiya 2024’an de bidome

Artêşa Îsraîlê ragihand dibe ku şerê li Xezayê heta sala 2024’an dewam bike.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di peyama xwe ya sersala nû de diyar kir ku ji bo “şerekî dirêj” amadekirina leşkeran ji nû ve tên birêxistinkirin.

Hegarî destnîşan kir ku ji bo ji nû ve birêxistinkirinê hin leşker bi taybetî jî yedekan werin vekişandin.

Danîel Hagarî da zanîn ku artêşa Îsraîlê pêşwext plansaziyan bike û got:

“Hin yekîneyên yedek wê vê hefteyê werin vekişandin da ku enerjiya xwe ji nû ve kom bikin berî operasyonên pêşerojê.”

Back to top button