Bûlgarîstan û Romanya wê tevlî herema Schengen bibin

Li gorî daxuyaniya 27 welatên endamên YE’yê ku şeva Şemiyê hat dayîn, Bûlgarîstan û Romanya wê tevlî herêma Schengenê bibin.

Her du welatên Balkanan Bûlgarîstan û Romanya wê di dawiya meha Adarê de tevlî herêma Schengen bibin.

Bi vî rengî wê sînorên deryayî û hewayî yên bi her du welatan re ji holê bên rakirin.

Rakirina kontrolên li ser sînorên bejahî jî hate taloqkirin.

Li gorî daxuyaniya 27 welatên endamên YE’yê ku şeva Şemiyê hat dayîn, Bûlgarîstan û Romanya wê bi qismî tevlî herêma Schengen bibin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li Brûkselê de hat ragihandin ku YE’yê bi yekdengî kontrolên li ser sînorên xwe yên hundir ên hewayî û deryayî yên bi van her du welatan re bên rakirin, erê kiriye.

Komîsyona Ewropayê, diyar kir ku ew vê biryara ku piştî muzekereyên 12 salan pêk hatiye, bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen derbarê mijarê de got,

“Îro ji bo Bûlgarîstan û Romanyayê kêliyeke dîrokî ye û ji bo welatiyên Bûlgarîstan û Romanyayê jî rojeke serbilindiyê ye.”

Back to top button