Çeteyên DAIŞ’ê li Selahedîn êriş pêk anî 3 polîs mirin 4 jî birîndar bûn

Careke din çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê êriş pêk anî. Vê carê jî Çeteyên DAIŞ’ê li sînorê qezaya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedîn êrişê bendeke kontrolê ya polîsan kirin. Hat gotin 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan, çar polîs jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku duh di saetên şevê de çeteyên DAIŞ’ê li nêzî qezaya Bêcî ya ser bi parêzgeha Selahedîn êrişê bendeke kontrolê ya polîsan kirin.

Hat gotin, di navbera her du aliyan de şer rû da, di encama êrişê de sê polîsan jiyana xwe ji dest dan, çar polîs jî birîndar bûn.

Berî demekê, çenda rojan li pey hev li Iraq û Başûrê Kurdistanê çeteyên DAIŞ’ê êriş pêk tanîn.

Back to top button