Salvegera 10’an komkujiya Roboskiyê

28’ê Kanûna 2011’an dewleta Tirk a dagirker bi balafiran 34 sivîlên Kurd ên gundê Roboskiyê qetil kir. Tevî ku 10 sal li ser komkujiyê re derbasbûne lê heta niha jî dewleta Tirk li xwe mikur nehatiye û berevajî êrîş û komkujiyên li dijî Kurdan dewam dike.

Di dîroka Kurdistanê de, bi sedan komkujî bi serê Kurdan de hatine.

Bi dehhezaran Kurdan ji ber siyasetên qirker, faşîst û nijadperest di van komkujiyan de hatine qetilkirin.

Geliyê Zîlan, Dêrsim û Roboskî çend heb ji van komkujiyan in.

Roboskî jî, yek ji komkujiyên dilsoj e ku 34 term bêdeng li dû xwe hiştine.

Şeva 28 Kanûna 2011’an, 35 gudiyan berê xwe ji bo derbara jiyanê dabû sînorê Başûrê Kurdistanê.

Leşkerên Tirk piştî ku bacê ji wan distînin, ji wan re dibêjin:

“Dibe ku ev cara dawî ya çûnûhatina we be”

Hayê leşkeran jê heye ku dê bûyereke nebaş rû bide.

Gotina wan, nîşaneya komkujiyekê bû.

Di şeva tarî de, dema ku gundî vedigerin, li gundê xwe Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê, dibin armanca balafirên dewleta Tirk a dagirker.

Balafirên dewleta Tirk bermîlên teqemeniyê bi ser wan de barandin.

Ji 35 kesan, tenê Servet Encû ji komkujiyê filitî. 34 kesên din ku 19 ji wan zarok bûn, şehîd bûn.

Roja yekem a Komkujiyê, artêşa Tirk nehişt ku malbat biçin ser gorên zarokên xwe.

Erdoganê ku wê çaxê Serokwezîr bû, bi daxuyaniyekê got ku kesên hatine kuştin, “PKK’yî” ne.

Her wiha da xuyakirin ku ew “kolber û qaçaxçî” ne.

AKP’ê dixwst ku komkujiyê rewa bike û dûrî rastiyê bixe, lê ragihandina Kurdî hewldanên wan têk birin û rasteqîniya bûyerê raxist ber çavan.

Komkujiyê 10 sal li paş xwe hiştin, lê kujer hê jî nehatine darizandin.

AKP li şûna ku komkujeran darizîne, ew parastin û diparêze.

Ne tenê ev, malbatên qurbanan ku dixwest di vê derbarê de li gel dadmendiyê dozê vekin jî, dihatin cezakirin.

Dozên ku li dadgehên leşkerî û sivîlî jî hatine vekirin, yek li dû yekê hatine girtin.

17 Gulana 2018’an piştî ku ti rê li ber malbatên qurbanan neman, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê “DMME” da.

Lê ji ber ku parêzeran 2 rojan belgeyên têkildarî komkujiyê dereng xistin, DMME’yê doz red kir.

Desthilatdariya Tirkiyê der heqê mafxwazan de her cure binpêkirinan pêk tîne.

Hin xizm û birayên qurbanên Roboskiyê ji ber çalakî, daxuyanî û şîroveyên li ser bêdadiya hikûmetê, heta niha di girtîgehê de ne.

Niha jî 16 malbat ji ber ku beşdarî bîranîna komkujiyê bûne, li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê tên darizandin.

Dewleta Tirk heta îro, bi behaneya kêmbûna belgeyan, dozê her û her bi paş dixe û kujeran danarizîne.

Back to top button