Balafirên Israîlê êrişî Laziqiyê kir

Vê sibê balafirên Israîlê êrişî Laziqiyê kir. Hikumeta Şamê jî li dijî êrişên DAIŞ’ê hêz şand Tedmûrê. Komên alîgirê Îranê li bajarê Miyadîn Sîstema radarê ava kirin.

Îro di saetên sibê de, Israîlê bi balafirên şer qada El Hawiyat a li bendera Laziqiyê bombebarankirin.

Li gorî ajansê, devera hatî armancgirtin, cihê alav û parçeyên erebeyan bû.

Hat gotin di encama vê êrişê de agir bi derdorê ket û gelek ziyanên madî yên mezin çêbûn.

Hikûmeta Şamê hêzên xwe derbasî Tedmûrê kirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand, li hember êrişeke muhtemel a DAIŞ’ê hêzên hikumeta Şamê û komên girêdayî Îranê hêz li derdora bajarê Tedmûrê bi cih kirine.

Li aliyekî din jî, Balafirên şer ên Rusya vê sibê êrişî navendên DAIŞ’ê ên li çolistana Resafe ya bakurê rojhilatê Reqayê kir.

Komên alîgirên Îranê sîstema radarê li Meyadinê ava kir

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku komên alîgirê Îranê li herêma Micbel Elziftمجبل الزفت ya li çolistana Miyadîn a Dêrazorê, sîstema radarê ji bo dîtin û naskirina balafiran ava kir.

Back to top button