Encamnameya Lûtkeya Ereban eşkere bû

32’emîn Lûtkeya Ereban li bajarê Cedayê yê Erebistana Siûdî bi beşdariya serokê hikumeta Şamê Beşar Esed îro hate lidarxistin. Têkildarî Sûriyê hate gotin, ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê divê xebateke erebî ya xurt were meşandin.

Lûtke bi encanmeya bi sernavê “Danezana Cedayê” bi dawî bû.

Di encanameyê de behsa dozên girîng ên têkildarî cîhana erebî, wekî rewşa Sûriye, Lubnan, Yemen, Lîbya, Sûdan û Filistînê de hatin kirin.

“Divê destwerdanên derve, li kar û barên welatên Ereban bi dawî bibe”

Têkildarî aloziya Sûriyeyê hate gotin, ji bo ku Sûriyê bikaribe aloziya xwe derbas bike divê xebata erebî ya xurt were meşandin.

Di heman demê de ji bo vegera penaberên Sûriyê li warê xwe divê mercên guncaw werin peydakirin.

Her wiha di encamnameyê de girîngiya rawestandina destwerdanên derve li kar û barên welatên Ereban jî hatiye nîqaş kirinê.

Îro li Cedayê Lûtkeya Ereban a 32. li dar ket

Back to top button