Bi navê Kurdîtiyê tiştek li Efrînê nema ye, Tirkbûn bi darê zorê tê ferzkirin

Bi navê Kurdîtiyê tiştek li Efrînê nema ye, Tirkbûn bi darê zorê tê ferzkirin.
Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk bi zorê Tirkbûnê li ser Efrînê ferz dike.
Îbrahîm Şêxo da zanîn li Efrînê rêjeya guhertina demografîk gihîştiye sedî 80’ê.

Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk êrişên dagirkirina Efrînê da destpêkirin.

Şêniyên Efrînê ji wê rojê heta 18’ê Adarê li dijî êrişên qirkirinê berxwedaniyeke dîrokî raberkirin.

Di encama de 18’ê Adarê Efrîn hate dagirkirin û ev roj weke rûpeleke nû ya reş kete dîrokê.

300 hezar efrînî di encama dagirkeriyê de berê xwe dan şehba û wê rojê heta niha berxwedaniya xwe didomînin.

Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo li ser rewşa Efrîn ya dagirkirî axîvî.

Şêxo di destpêka axaftina xwe de wiha bahsa bajarê Efrînê kir û got:

“Efrîn bi bajarê aramiyê dihat naskirin û nêzî 900 hezar kes li wir jiyan dikirin.

Li Efrînê derdora 200 hezar ji xelkê penaber jî yên ji ber şerê Sûriyê berê xwe dane Efrînê û li wir bi cih bûne, jiyan dikirin.

Di aliyê perwerdehiyê de jî, cara yekem li ser asta Rojavayê Kurdistanê zimanê perwerdê bi giştî bû Kurdî.

Ev hemû deskeftî û pêşketin bi xweşa Tirkiyeyê nehat. ”

“Li Efrînê plana sereke guhertina demokrafîk e”

Îbrahîm Şêxo balkişand li ser pêvejoya guhertina demografîk a dagirkeriya Tirkiyeyê meşandi ye û got:

“Erdogan berî êrîşî Efrînê bike digot “Rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 35 e.

Piştî dagirkirina Efrînê di vê çarçoveyê de xelkê Efrînê yê resen dide koçberkirin.

Di nav bajarê Rojavayê Kurdistanê de tenê Efrîn rêjeya Kurdan ji sedî 97 bû.

Ji ber wê xwest guhertinekê demografîk pêk bîne.

Bi wê re di 2018’an de dest bi ferzkirina zimanê Tirkî li Efrînê kir.

Wêne û alên Tirkiyeyê li her derê daliqandin. çanda kurdî qedexe kirin.”

“Rêjeya guhertina demografîk li Efrînê gihîşt sedî 80’ê “

Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo di dawî de bang li her kesî kir ku ji bo Efrînê têkevin nava tevgerê û got:

“Guhetina demografîk li Efrînê di dema rejîma Sûriyeyê de derdora ji sedî 25 bû.

Lê dewleta Tirk û çeteyên wê rêjeya guhertina demografîk gihîşt sedî 80’ê.

Ger wisa berdewam bike herêmeke Kurdî bi navê Efrînê wê nemîne.

Hêviya me ew e ku rêxistinên mafê mirovan gavên lezgîn bavêjin ji bo dawî li vê dagirkeriyê were.”

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtî

Back to top button