YE: Eger Tirkiye ji polîtîkayên binpêkirinê venegere, em ê cezayên tund lê bibirin

YE hişyariya sepandina cezayine tund da Tirkiyê, eger ji polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan venegere. Her wiha li jêr mercê pabendiya bi peymana “koçberiyê”, soza pêşkêşkirina alîkariyan bo penaberan da Enqereyê.

Li Tirkiyeya ku xwe ji cîhanê re demokrasiyane nîşan dide, mafên mirovan bi her awayî tên binpêkirin.

Yekîtiya Ewropayê, li aliyekî fikarên xwe tîne ziman, li aliyekî din jî, sozên hevkariya aborî û piştgiriya penaberan dide Enqereyê.

Serokê Encumena Ewropî Charles Michel di serdana duh a Enqereyê de, metirsiya xwe li ser binpêkirina Tirkiyê bo mafên mirovan anî ziman û da xuyakirin ku “dewleta qanûn û rêzgirtina mafan, bo YE du nirxên sereke ne.”

Michel bal kişand ser sepandina cezayan, eger Enqere gavine ciddî di vê derbarê de neavêje.

Ji aliyê xwe ve, seroka Komîseriya Ewropayê Ursula Von Der Leyen fikarên xwe der barê vekişîna Tirkiyê ji “Peymana Stenbolê”, girtina hevserokê berê yê HDP’ê Selahidîn Demîrtaş û bazirganê Tirk Osman Kavala anî ziman.

“Doza mafên mirovan nayê guftûgokirin. Divê Tirkiye li hember mafan rêzdar be.”

Li jêr mercê pabendiya Tirkiyê bi peymana “koçberiyê” ya ku 2016’an hatibû îmzekirin, YE dê di demeke nêz de, pêşniyarnameyekê bo misogeriya gihîştina alîkariyê bo penaberan, pêşkêşî Enqereyê bike.

Von der Leyen her wiha got:

“Em bi dewambûna şandina alîkariyan pabend in, lê divê Tirkiye dergehan li ber koçbûna penaberan veneke.”

Jixwe Tirkiye bo bidestxistina alîkariyên darayî, dixwaze digel YE peymana navborî ya ku Adarê bi dawî bûbû, nû bike.

Tirkiye her wiha li Rojhilatê Deryaya Spî polîtîkayeke binpêker dimeşîne.

YE idia dike, eger Erdogan ji van polîtîkayan venegere, dê cezayên herî tund lê bibire û her tiştî li pêşiya Tirkiyê asteng û berovajî bike.

Back to top button