Rûsya: Em û Amerîka di nava danûstandinan de ne

Di çend rojên dawî de, tevgera leşkerî ya Rûsî li ser sînorê başûr-rojhilatê Ukraynayê zêde bûbû û ji ber vê yekê aloziyek mezin derketibû. Herî dawî Rûsya ragihand ku ji bo çareserkirina vê aloziyê, ew û Amerîka ketine nava danûstandinan.
Serokê Ukrayna Zelensky jî bang li NATO’yê dike, ku welatê wî weke endamekî xwe qebûl bike da dawî li vê aloziyê bê.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Ryabov ragihand, dîplomatin Rûs û Amerîkî, derbarê rewşa li başûr-rojhilatê Ukraynayê de, ketine nava danûstandinan.

Ryabov destnîşan kir ku Mosko, li ser asteke bilind, van danûstandinan dike.

Serokwezîrê Birîtanyayê Boris Johnson jî, bi pêwendiyeke telefonî digel serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky, fikarên xwe ji ber tevgera leşkerî ya Rûsî li Nîvgirava Qerim û li ser sînorê Ukraynayê, anîn zimên.

Johnson teqezî li ser destekdayîna welatê xwe bo serweriya Ukrayna û yekîtiya xaka wê kir.

Adara derbasbûyî Grûpa Heft Welatan (G7) gotibû, ew hewldanên Rûsya yên rewakirina dagirkirina Nîvgirava Qerim nas nake.

Her wiha beriya niha, serokê Amerîkî Joe Biden, soz dabû hempîşeyê xwe yê Ukraynayî ku ew destekê didin serweriya Ukrayna li dijî tevgera leşkerî ya Rûsya li ser sîrorê wan.

Di nava vê hefteyê de, Mosko û Kiev, hevûdu bi bilindkirina asta tengejînê li ser sîror, tawanbar kiribûn.

Rûsya, Îna borî ragihandibû, ku hêzên wê yên leşkerî, dê li ser sînorên Ukraynayê, dest bi rahênanan bikin.

Ukrayna banga tevlîbûna welatê xwe bo NATO’yê kir

Serokê Ukrayna Zelensky ji aliyê xwe ve bang li NATO’yê kir, ku lezê bidin derbaskirina Ukrayna bo NATOyê û teqez kir ku ev rêya tekane ya bidawîanîna li şer e.

Zelensky, ev daxwaz bi rêya telefonê, ji sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg kir.

Tê zanîn, 27’ê Tîrmeha 2020’an, ji bo dawîanîna li şerê li herêma Donbas ku tê de bêhtirî 13 hezar kes hatibûn kuştin, di navbera Ukrayna û Rûsyayê de agirbestek hatibû ragihandin.

Back to top button