”Rêber Apo ji bo rizgarkirina gelên bindest jiyana xw feda kir”

Rewşenbîrên Hesekê komploya 9’ê Cotmehê şermezar kirin û banga bilindkirina asta têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Helbestvan û hunermend Ferhad Merdê diyar kir ku komploya li dijî Rêber Apo ji ber tirsa hêzên navneteweyî ya ji fikrê wî yê rizgarkirina gelan e û got:

” Hêzên kapîtalîst şerê demokrasîxwaz û kesên ku banga mafên mirovan dikin.”

Ferhad Merdê destnîşan kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ne û da zanîn ku ewê bi fikrê Rêber Apo hemû planên dijmin têk bibin.

Ferhad Merdê axaftina xwe wiha bi dawî kir :

“Divê em her kes di qada xwe de erkên xwe pêk bînin û rastiya kiryarên li dijî Rêber APO eşkere bikin.”

Endamê Koma Şehîd Hogir a Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr Mihemed Bedran da zanîn ku têkoşîna ku Rêber APO ji bo gelê herêmê daye meşandin bê hempa ye û wiha domand :

” Divê em li Rêber Apo xwedî derkevin û jêre dilsoz bin û bi şev û roj li qadan bin.”

Bedran diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo rizgarkirina hemû gelên bindest jiyana xwe feda kir.

Di salvegera komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de çalakiyên Erebî dê bên li dar xistin

Back to top button