Desteya Serweriya Nû ya Sûdanê civîna xwe ya yekem pêk anî

Li Sûdanê piştî artêşa ku darbe pêk anî, hikumeta nû hat ragihandin.
Desteya Serweriya Nû a Sûdanê civîna xwe ya yekemîn li dar xist.
Serokê desteyê Fermandar Ebdulfettah El Burhan, soza pêkanîna sloganên azadî, aştî û edaletê yên Kanûna 2018’an da.

Li gorî daxuyaniya Desteya Serweriyê, 13 endamên meclisê yên bi serokatiya Burhan doh cara yekem li koşka Serokomariyê civiyan.

Burhan destnîşan kir ku wê hemû armancên şoreşa gelan bi taybet azadî, aştî û edaletê pêk bînin.

Li aliyê din endamên meclîsê destnîşan kirin ku ew ê di rêveberiya welêt de “modeleke tam” ku gelê Sûdanê razî bike pêşkêş bikin û di demeke kin de hikûmeteke sivîl ava bikin.

25’ê Cotmehê li Sûdanê bi binçavkirina Serokwezîr Ebdulah Hemduk re artêşê darbe pêk anîbû.

Piştre Burhan, bi biryarnameyekê ku hêza desteyan dabû rawestandin careke din xist meryetê û xwe yeke serokê desteyê ragihandibû.

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Bilez Mihemed Hamdan Dagalu jî weke cîgirê xwe erkdar kiribû.

Burhan 11’ê Mijdarê, Dalgalî û 8 endamên din yên meclîsê jî 12’ê Mijdarê sond xwarin.

Ji 25’ê Cotmehê ve 23 xwepêşandêr hatine kuştin

Komîteya Giştî ya Navendî ya Bizîşkên Sûdanê jî ragihandin ku ji roja darbeyê heta niha 23 sivîl di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Back to top button