Di salvegera bidarvekirina pêşengê serhildana Dersîmê Seyîd Riza û hevalên wî, KCK’ê peyamek weşand. Di peyamê de yê gotin, yekane rêya xwedîderketina li Seyîd Riza û şehîdên Dersîmê, berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya Kurdistanê ye.
Bi boneya salvegera 84’an a bidarvekirina pêşengê serhildana Dersîmê Seyîd Riza û 6 hevrêyên wî, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da.
Hevserokatiyê bi bîr xist dewleta Tirk bi vî sûcî texmîn dikir ew ê tirsê bixe nava dilê Dersîmiyan û wiha dewam kir:
Qirkinek pêk hat û di encamê de 70 hezar jin, zarok, kal û ciwanên Dersimî jiyana xwe ji dest da.
Bi deh hezaran Dersimî hatin derbiderkirin û yên bi saxî rizgar bûn, bi qirkirina spî xwestin wan bikin Tirk.
Ev êrişa hovane yek ji qirkirinên herî mezin ên sedsala 21’ê bû.
Bersiva herî baş a li dijî vê qirkirinê, xurtkirina têkoşînê ye.
Eger têkoşîneke bi hêz were meşandin wê hingî bersiva herî rast li bîranîna Seyîd Riza, kurê wî, 5 pêşengên eşîran û bi deh hezaran şehîdên Dersîmê were dayin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 1938’an ve hewl dide encama vê qirkirinê bide jibîrkirin û got:
Li şûna jibîrkirinê, pir girîng e ku ev bê eşkerekirin, di dil û mejiyan de bê neqişandin.
Ev hişmendî û têgihiştin jî bi meşandina têkoşîna azadiyê dibe.
Piştî salên 1990’î xelkê Dersîmê cihê xwe di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de girtiye.
Tevlîbûna bi hezaran keç û xort a nava têkoşînê, nîşaneya vê yekê ye.
Rêber Apo sala 1977’an Dersîm wiha pênasekiribû:
Divê xwedî li vê çandê, li vê rastiya civakî bê derketin.
Êdî li Dersîmê rihê azadiyê yê xwe dispêre dîroka bi hezaran salî zindî bûye.
Rihê jin a azad a ku bi Besê, Zarîfe û Sakîne şênber bû, bihêz bûye.