Piştî serokê MÎT’ê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê jî çû Iraqê

Çend roj berê serokê MÎT’a Tirkiyê serdana Iraqê û başûrê Kurdistanê kiribû.
Vê carê jî Wezîrê Parastinê û Fermandarê Artêşa Tirkiye li Bexdayê hevdîtin kirin.

Hevdîtina Rayedarên Tirkiyê û yên Iraqê û PDK’ê di van rojên dawiyê de zêde bûne.

Lê derbarê naveroka van hevdîtinên nepenî de ti agahî nayên dayîn.

Piştî Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Fermandarê Artêşa dewleta Tirk a dagirker Metîn Gurak jî serdana Iraqê kirin.

Derbarê sedema serdanê de ti agahî nehatine parvekirin.

Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di 22’yê Çileyê de serdana Iraqê kiribû, tevî serokkomar bi gelek rayedarên Iraqê re civiya bû.

Piştre Îbrahîm Kalin serdana Hewlêrê kiribû û di 28’ê Çileyê de bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî re civiya bû.

Wezîrê Parastinê û Fermandarê Artêşa Tirkiyeyê li Bexdayê ne!

Back to top button