
Li Efrînê, roj derbas nabe bûyî ku kirinên dermirovî yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk neyên. Piştî teqîna ku zêdeyî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan, vê carê dîsa jinek li gundê Qitmê yê Şera, kuştî hat dîtin.
Revandin, destdirêjî û kuştina jinan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.
Çavdêriya Sûrî, ragihand ku cenazeyê jinekê ku navê wê ne-diyare li gundê Qitmê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê hat dîtin.
Çavdêriyê da zanîn ku jina ku nasnameya wê ne-diyar, bi giranî hatiye êşkencekirin û bi guleyan hatiye kuştin.
18’ê Nîsanê jî çeteyên ‘Lîwa Weqas’ Fatma Kinê ya 80 salî ya ji gundê Hêkiçê yê Şiyê kuştin.
Heta niha li Efrînê zêdeyî 55 jin hatine kuştin û bêtirî 60 jin jî rastî destdirêjiyê hatine.