Zeyneb Celaliyan ji girtîgehê, birine cihekî nediyar

Girtiya siyasî Zeyneb Celal-iyan, 13 sale di girtîgeha bajarê Xoy de girtiye. Hêzên ewlekariya rejîma Îranê ji girtîgehê birine cihekî ne-diyar. 

Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, ragihand ku 28’ê Nîsanê hêzên ewlekariya rejîma Îranê, Zeyneb Celaliyan, birine cihekî ne-diyar.

Piştî ku malbatê ev agahî bihîs, serî li girtîgeha Xoyê dan.

Berpirsên girtîgehê ji malbatê re gotine dibe ku bi Zêyneb re dozeke nû hatibe vekirin, lewra ji bo lêpirsînê, birine girtîgeheke Tehranê.

Heman torê diyar kir ku Tîrmeha 2019’an jî şandeyek ji çavdêrên rêxistina girtiyan çûne girtîgeha Xoyê û serdana qawîşên jinan kirine.

Li gor Torê, yek ji endamên şandeyê ji Zêyneb Celaliyan re gotiye:

Heta ku tu di name û nivîsên xwe de, li ser karê te kirî, nebêjî ku tu poşmamî, tuyê ji tevahî mafan bêpar bimînî.

Zeyneb Celaliyan bi awayekî teqez ev yek red kiriye.

Back to top button