
Dayîka 4 şehîdên şoreşgerên Kurdistanê, Mewlude Haran ku jiyana wê bi têkoşîna ji bo azadiyê dagirtî bû, duh di 97 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Dayîka Mewlude Haran, yek ji dayîkên pêşeng ên Kurdistanê bû, jiyana wê bi êş, têkoşîn û berxwedanê derbas bû.
1994’an gundikê Çelebî yê navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkerên Tirk ve hat şewitandin.
Mewlude Haran tevî malbata xwe neçar ma koçî navenda bajêr bibe.
Dayîka Mewlude zilm-karî qebûl-nedikir, li dijî bindestiyê, 4 zarokên xwe tevlî tevgera Azadiya Kurdistanê kir û bû dayîka 4 pekrewanan.
Dayîka şoreşgeran ji ber pirsgirêkên tenduristiyê, di 97 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Melwude Haran li Goristana Yenî-koyê hat binaxkirin.
Ji ber vîrûsa Coronayê, gelek kes nikarîn tevlî merasîma oxirkirina wê biba.