Li herêma Abyeî ya Sudanê 37 kes mirin

Li Sudanê her ku diçe şer alozî kurtir dibe.
Mîna heremên din li herema Abyeî ku sînorê Sudan û Başûrê Sudanê ye pevçûn didomin.
Sedama sereke ya pevçûnên her du alî ewe ku hewl didin li herêma Abyeî ve deriyê bazirganiyê bidest bixin.
Ji hêla rayedarên welêt hat ragihandin ku di wan pevçûnan de 37 kes hatiye kuştin.

Li sînorê Sudan û başûrê Sudanê bûyerên tund diqewimin.

Wezaretê Ragihandinê y Herêma Abyei ya Sûdanê Bulis Koch derbarê bûyerê de daxuyanî da.

Bulis Koch ragihand ku buyerên li sînor 37 kes miriye.

Her wiha Koch da zanîn ku êrîşên di 2-3’yê Sibatê de gelek cih hatiye şewitandin, malên xelkê hatin talan kirin.

Wezaretê Ragihandinê anî ziman êrîşên li roja yekşemê jî 3 zarok di nav de 18 kes jiyana xwe ji dest dabû.

Li aliyê din rêxistinên Bijîşkên Sînornenas jî îdda kir ku 2 endamên wan hatine kuştin lê derbarê windahiyan de agahiyên berfireh neda.

Li heman heremê hatibû ragihandin di dawiya meha Çileyê de 2 leşkerên hêza aştiyê ya Neteweyên yekbûyî di nav de herî kêm 54 kes hatibû kuştin.

Sedema ev bûyerên li Sudan û başûrê Sudanê ew e ku hewl didin deriyê bazirganiyê li herêma Abyeî bidest bixin.

Li heremê cih bi cih di navbera komên etînîkî jî pêvçûn rû didin.

Ji 2005’an ve li Abyeî alozî didomin

Di sala 2005’an de di navbera Sûdan û başûrê Sudanê peymana aştiyê hat îmzekirin.

Di peymanê de biryarên mîna statuya Abyeî bi danûstandinan were diyar kirin û referandum were kirin hîna jî di meriyetê de pêk nehat.

Başûrê Sûdanê piştî referanduma 2011’an serxwebûna xwe bidest xistibû.

Di Adara 2023’yan başûrê Sudanê li heremê nîqaş li ser heye leşker bi cîh kir şunda alozî destpê kiribû.

NY: Şerê Sûdanê bû sedema koçberkirina 8 mîlyon kesî

Back to top button