Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Fîlîpo Grandî yê ku çû Etiyopyayê.
Fîlîpo Grandî diyar kir ku ji ber pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) yên li Sûdanê de nêzî 8 mîlyon mirov koçber bûne.
Fîlîpo Grandî di daxuyaniya xwe de banga alîkariya lezgîn ji bo bicihanîna pêwîstiyan kir û got:
“Şerê hovane ya li Sûdanê bû sedema koçkirina nêzî 8 milyon kesî.
Min çîrokên bi êş ên windakirina malbat, heval, mal û debara jiyana xwe bihîst.
Lê di nava vê bêhêvîtiyê de, min bi biryardariya penaberan jî hîs kir ku ger em piştgirî û derfetan bidin wan, bi pêş ve biçin.”
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, Etiyopya ku yek ji şeş welatên cîranê Sûdanê ye, ji Nîsana 2023’an û vir ve mazûvaniya zêdetirî 100 hezar mirovên ji pevçûnan reviyane li kampan dike.
Her wiha li welêt nêzî 50 hezar penaberên Sûdanî hene.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî got:
“Hefteya borî hejmara kesên nû hatin Çadê ji Nîsana borî ve ji 500 hezar kesî derbas bû û li Sûdana Başûr rojane 1500 kes derbasî welêt dibin.”