HPG: 2 leşkerên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîlayan yên li herêma Zapê de, 2 leşkerên dewleta Tirk a qirker hatin cezakirin û derb li çeperekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê diyarkir ku 28’ê Çile gerîlayan li herêma Zapê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha di heman çalakiyê de derb li çeperekê hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê jî gerîlayan bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di heman rojê de li Xakurkê jî gerîlyanên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan.

HPG’ê têlîldarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir:

“28 heta 31’ê Çile qadên gerîla bi giştî 14 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

Back to top button