Li girava Yunanî termê du penaberan hat dîtin

Ewlehiya Peravê ya Yunanistanê ragihand ku 57 koçber hatine rizgarkirin.
Her wiha 2 termên wan yek jin û yê din jî mêr in li nêzîkî peravê kevirî li girava Lesbosê hatin dîtin.

Berdevkê Ewlehiya Peravê diyar kir ku êvara Duşemê ji ber hewaya xirab û bayê xurt li deryaya Egeyê koçber gihîştin peravê û tê texmînkirin ku kesekî din jî winda ye.

Berdevkê Ewlehiyê da zanîn ku 57 koçber hatine rizgarkirin û got:

“2 termên penaberan ku yek jin û yê din jî mêr in li nêzîkî peravê kevirî li girava Lesbosê hatin dîtin.”

Yewnanistan di sala 2015’an de bûye navenda kirîza koçberan, dema ku zêdetirî milyonek kes, ku piraniya wan penaberên Sûriyê ne, ji Tirkiyê bi rêya deryayê derbasî Yunanistanê bûn.

Pêla koçberan sala borî pir kêm bû berî ku careke din zêde bibe, DPA ragihand.

Back to top button