Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe êrîşên dewleta Tirk erê dikin

Berdevka Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê anî ziman ku saziyên navdewletî ji bo çareseriya pirsgirêka avê li şûna ku çareseriyan bide tenê daxuyaniyan dide. Emîne Osê diyar kir ku divê cîhan ji bo statûya Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi peywira xwe rabe.

Ev demeke dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên şer wekî girtina deriyan, qutkirina avê û guhertina demografîk êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Berdevka Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê li ser mijarê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk ava çemê Firatê weke çekekî li dijî mirovahiyê bikartîne ku ev serê 6 mehane av li ser herêmê qut kiriye.

Emîne diyar kir ku saziyên navdewletî ji bo çareseriya pirsgirêka avê li şûna ku çareseriyan bide tenê daxuyaniyan dide.

Osê bi berdewamî got, ”Divê cîhan ji bo statûya Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi peywira xwe rabe.”

Bêrîvan Îsamîl: Armanca êrîşan têkbirina projeya netewa demokratîk e

Her wiha Hevseroka Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk – PYD’ê ya herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl jî da xuyakirin Tirkiyê bi êrîşên li ser herêmê armanc dike ku projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Bêrîvan Îsamîl diyar kir dewleta Tirk bi êrîşên domdar dixwestin fitneyan li herêmê derxînin.

Bêrîvan Îsamîl got ku ji êrişên Tirkiyê yên li ser gerîla û bikaranîna PDK’ê weke amûrekî diyar bû ku dagirker dixwaze fitneyê di navbera Kurdan de derxîne.

Hevseroka Meclisa PYD’ê bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li hemberî fitneyên dewleta Tirk tekoşînê mezintir bikin.

Şêniyên Dirbêsiyê : Em ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin

Li aliyekî din jî Şêniyên navçeya Dirbêsiyê topbarana artêşa Tirk a li ser navçeya Zirganê şermezar kirin

welatiyan diyar kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin.

Back to top button