HRW: Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcên şer dike

Rêxistina Mafên Mirovan Human Rights Watch êrişên dagirkeriya tirk weke sûcên şer bi nav kir.

Human Rights Watch derbarê ziyan û bandora êrişên dagirkeriya tirk li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê raporek weşand û ev tişt anî ziman:

“Li gel cîhan bi şerê di navbera Îsraîl û Hemsê de mijul e, aloziyeke din li bakur û rojhilatê Sûriyê mezintir dibe.

Bombebarankirina binesaziya sivîl a stratejîk a bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve, jêderên jiyanê li vê herêmê xiste xeteriyê.

Di encamê de kehrebe, xebatên tenduristiyê û xizmetguzariyê tev rewastîn.”

Her wiha Human Rights Watch êrişa di dawiya Cotmeha 2023`yan bi bîr xist got:

Di encama bombebarana dewleta Tirk de, bi milyonan kes bê kehrebe man.

Êrişên li dijî herêmê zirarê li sivîlan û navendên sivîl dikin.

Êrişên bi vî rengî li gorî qanûna mafên mirovan a NY`yê qedexe ne.

Êrişa sîstamatîk a binesaziya sivîl sûcekî şer e.

Back to top button