Hevserokê KNK’ê Karamûs: Tecrîd beşek ji vê konsepta qirkirinê ye

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs derbarê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de axivî û diyar kir ku komplo bi rêbazeke cuda tê meşandin û got: “Tecrîd beşek ji vê konsepta îmhakirin, qirkirin û neçareserkirina pirsgirêka kurd e.”

Rêber Apo 25 salin di bin tecrîdeke giran de ye û 35 mehin jî agahî jê tune, ev yek jî dibe sedema fikaran.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs derbarê 15’ê sibatê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û tecrîdê de axivî.

Ahmed Karamus: Tecrîd beşek ji konsepta îmhakirinê ye

Ahmed Karamus, diyar kir ku piştî komploya navnetewî, Tirkiyê bi konsepteke cuda ev komplo da meşandin û wiha axivî:

“Dagirkeriya Tirk bi hevkariya hin hêzên navnetewî konseptek dan pêşiya xwe û ev konsept li ser armanca tunekirina kurd û neçareserkirina pirsgirêka kurd bû.

Dixwazin ku li ser hebûn û berxwedana gelê kurd, bi her şêwazî xebat û tekoşîna wan bê encam bihêle.

Dewleta tirk di rewşeke wiha de tu zagonan û peymanên navxweyî berçav nagire û binpê dike.”

“Armanca dagirkeriyê ji tecrîdê qirkirina gelê Kurd e”

Ahmed, da zanîn ku dewleta tirk bi girankirina tecrîdê re şêwazê komployê didomîne û wiha domand:

“Encama vê tecrîdê israra dewleta Tirk a li ser tecrîdkirina Birêz Ocalan û belavkirina tecrîda berfireh a ji her cure têkilî û danûstandina bi gelê Kurd re ye.

Armanca wan jî ew e ku di vî warî de li gorî konsepta xwe tevbigere.

Lê gelê kurd tecrîdê bi ti şêwazî qebûl nake”

“Divê em bi yek dengî li gel hev tevbigerin”

Ahmed Karamus, bal kişand ser giringiya tifaqa kurd a li ser şikandina tecrîdê û ev tişt got:

“Bêguman dema hêzên Kurdistanî ji bo rakirina tecrîdê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi yek dengî û bi yek xetekê bên gel hev, bingeheke mezin a Tevgera Kurdistanê heye.

Dem dema em bi hevre bi yek ruhî xwedî li deskeftiyên xwe derbikevin û em li gel hevdû tevbigerin.”

“Çareseriya pirgirêka Kurd bi şikandina tecrîdê pêkan e”

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus, da zanîn ku çareserkirina pirsgirêka kurd bi rakirina tecrîdê re girêdayî ye û got:

“Heta ku tecrîd neyê rakirin pirsgirêka kurd bi şêwazeke siyasî jî nayê çareserkirin.”

Hatîp Dîcle: Gelê Kurd yê li çar aliyên Kurdistanê xwedî li pêngavê derketin

Back to top button