Di meha Adarê de li Îranê 2 zarok û 3 jin hatin kuştin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê sehildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ di cejna newrozê geştir bû û dewam dike. 18 sal cezayê girtîgehê ya ji çalakvana siyasî Fatemeh Sepehrî ku tevlî serhildanên li Îran û Rojhilatê bûbû hat dayîn, hat erêkirin. Di meha Adarê de li Îranê 2 zarok û 3 jin hatin kuştin. Dayika Jîna Emînî jî da zanîn ku Jîna ya bêguneh bû mizgîniya azadiya jinan

Tevî kuştin, darvekirin û girtinan jî serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber didome.

Rojane gel dadikevin kolanan û banga azadiyê û şkandina serdestiya dewletê li ser jin û gelan dikin.

Di meha Adarê de li Îranê 2 zarok, 3 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin, 3 jin hatin darvekirin.

Jineke ku ji aliyê rayedarên dewletê ve hatibû binçavkirin jî bi awayekî kuştî hat dîtin.

Cezayê girtîgehê ya çalakvan fatemeh sepehrî hat erêkirin

Fatme Sepehrî ku di 21’ê Îlonê de piştî kuştina Jîna Emînî, di 16’ê Îlonê de li Tehranê di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin, biribûn Girtîgeha Vakilabad a Meşhedê.

Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê cezayê 18 sal cezayê girtîgehê ya girtiya siyasî Fatemeh Sepehrî erê kir û ragihand ku ev ceza ji 12’ê Adarê ve “derbasdar e”.

Fatemeh Sepehrî yek ji wan 14 çalakvanên ji bo Îstifasa Hamaneyê îmzakar e.

Birayê Fatemeh, Asghar Sepehrî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal di parvekirina xwe de got:

“18 sal cezayê girtîgehê ya xwîşka min hat erê kirin.”

“Jîna ya bêguneh bû mizgîniya azadiya jinan”

Dayika Jîna Emînî ya ku ya ku sembola serhildana gelên Îranê ye, Mujgan Eftexarî duh li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneyê Jîna parve kir û spasiya kesên ku piştgirî dane serhildanê kir.

Mujgan Eftekharî di peyama xwe de got: Me tenêtiyê bi te re tenê hişt, bi germahiya te em germ bûn.

Bi vê yekê ji bo mirovan, ji bo cîhanek baştir mirov dikare besnê raza Jîna û mirina wê bide.

Jînaya bêguneh mizgîniya azadiyê ye, ew xemla hemû jin û mêran e.

Back to top button