Mihemed Ocalan: Serok Apo ji bo her kesî başî dixwest

Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan rojbûna Rêber Apo pîroz kir.
Mihemed Ocalan ji bo rojbûna rêbertî her kes vexwend gundê Amara û got:
”Em di 4’ê Nîsanê de li benda her kesî ne.
Em ê bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin.”

Birayê Rêber Apo, Mihemed Ocalan ji bo rojbûna Rêber Apo axivî.

Mihemed Ocalan behsa zarotiya rêber Apo kir û ev tişt anî ziman:

”Serok di zaroktiya xwe de diçû gundê Cibînê dibistanê.

Ew gund nîvî ermen bû, nîvi jî tirkmen bû.

Ji ber ku dibistan li gundê me tune bû, diçû wir.

Wê demê jî zanebûna wî pir bû.

Ew zanebûn jî her dem bi hevalên xwe yên dibistanê re parve dikir.

Ji bo her kesî başî dixwest.

Serok pir dixwend, min nedîtiye tu kesî weke wî pirtûk xwendine.

Pir ji çûkan hez dikir. Kew û kevok xwedî dikirin.”

Mihemed Ocalan: Serok li hebûna xwe digeriya

Mihemed Ocalan diyar kir ku Serok li xwe digeriya û wiha domand:

“Lêgerîneke Serok hebû, dixwest her tiştî bizanibe.

Yek ji lêgerîna wî jî; bixwe kurd bû lê diçû dibistanê, bi tirkî dixwend.

Wê nakokiyê bandor li ser wî kir. Ji ber wê, lêgerîna wî xwebûn bû.

Dibêjin lêgerîna Serok çi bû? Serok li xwe digeriya.

Ji ber kurdek bû û nedikarî li dibistanê Kurd fêr bibe.

Piştî ku xwe dît, êdî xwebûna ku dîtibû bi vî gelî re parve kir.

Her tişt da vî gelî. Kedeke wî ya pir mezin heye.”

”Ez her kesî vedixwînim mala serok”

Mihemed Ocalan bi vê boneyê her kes vexwand gundê Amarayê û wiha bi dawî kir:

“Bang li her kesî dikim ku 4’ê Nîsanê werin gund û mala Serok.

Her kesê ku ji serok hez dike bila bê mala wî.

Em dixwazin hemû kes were û em bi hev re rojbûna Serok pîroz bikin.

Em dixwazin ji her derê û ji her neteweyî mirov werin rojbûna Serok pîroz bikin.

Dibe ku dewlet astengiyan derxe. Ev jî tiştekî li dijî demokrasiyê ye.

Ez biçûk û mezinan jî vedixwînim mala Serok.”

Back to top button