Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê ji bo şikandina tecrîd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo ku 20’ê Tîrmeha 2023’an hatibû destpêkirin, di roja 186’an, bi koma 37’emîn didome.
Merasîma dewrkirina koma 37’emîn bi beşdariya çalakvanan û xelkê wargehê li Saziya Ciwanan destpêkirin.
Li ser navê koma 36’emîn Helîm Îşlek tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û got:
“Ev tecrîda ku li ser Serokê me tê kirin, li ser me hemûya ne.
Em tu carî narûnin û emê xwedî li şehîd, girtiyên zindanan û serokatiya xwe derkevin.
Helîm dawiyê got:
“Em di wê bawerî, hêz û îradeyê de ne ku emê bikaribin vê tecrîdê bişkênin”
Koma 37’an bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” çalakî dewr girt.