KCK’ê êrişa Îranê ya li ser hewlêrê şermezar kir

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê êrişên Îranê yên 15’ê Çileyê ên li li dijî Hewlêrê şermezar kir.
KCK’ê diyar kir PDK’ê bi siyaseta ku dimeşîne Kurdistan veguherandiye qada şer û bang li her kesî kir ku li dijî êrişên li ser destketiyên Kurdan û siyaseta hevkariyê bibin xwedî helwest.

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê têkildarî êrişa Îranê ya 15’ê Çileyê ya li dijî Hewlêrê, siyaseta PDK’ê ya hevkar û êrişên li ser destketiyên Kurdan daxuyanî da.

KCK’ê êrişa Îranê ya li ser Hewlêrê şermezar kir, ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û wiha got;

KCK: PDK’ê bi siyaseta xwe Kurdistan veguherandiye qada şer

“PDK’ê bi siyaseta xwe Kurdistan veguherandiye qada şer û dagirkeriyê. Êrişên ku di encama van polîtîkayên şaş de li dijî gelê Kurd tên kirin, ne rewa ne.

Divê dewleta Îranê bi Kurdan re danûstandinan bike, êrişên li ser Kurdistanê rawestîne û ti zemînê nede hewldanên ku dagirkeriya Tirk rewa nîşan bidin.”

“Berxwedana gerîla herî zêde dewleta Tirk û PDK’ê bi hêrs dike”

KCK’ê bal kişande ser êrişên dewleta Tirk ên ku li dijî Kurdan û ev tişt got;

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrişan bi lehengî li ber xwe didin. Ev berxwedan hevsengiya faşîzmê xira dike û dihêle ku hê zêdetir êriş bike.

Ev asta berxwedanê ya ku moralê dide gelê Kurdistanê, herî zêde dewleta Tirk û PDK’ê bi hêrs dike.

“Siyaseta hevkar ya PDK’ê li ser Kurdistanê xeteriyeke mezin e”

KCK’ê diyar kir ew demeke dirêje metirsiyên siyaseta hevkar ya li ser Kurdistanê tînin ziman, lê PDK’ê guh neda van rexne û hişyariyan.

“PDK, ji bo ku hevkarî û xiyaneta xwe veşêre, zêdetir alîkarî da artêşa Tirk.

Gerîlayên PKK’ê niha di asta herî jêhatî û encamgir de ne û derbên giran li hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk dixe.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, siyaseta dagirker a AKP û MHP’ê gelekî tengav kiriye û banga teslîmbûnê li wan dike.”

KCK: PDK êrişên qirkirinê û sûcên şer yên Tirkiyê rewa dike

KCK’ê da zanîn dewleta Tirk li rojavayê Kurdistanê êrişî qadên civakî û jiyanê dike û li dijî gelê Kurd sûcê şer dike, lê PDK’ê li dijî van êrişan tu nerazîbûneke cidî nîşan neda û wiha got:

“PDK ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û valakirina gundan her tiştî dike.

Bakur-rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûr herdem dibin hedefa êrişan.

Di van êrişan de her cure çekên qedexe tên bikaranîn û qirkirina Kurdan rewa tê dîtin.

Hevkariya PDK’ê jî di avakirina vê rewabûnê de roleke girîng dilîz e.”

“Divê li dijî êrişên qirkirinê û siyaseta hevkar têkoşîn bê mezinkirin”

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê dawiyê, bang li gelê Kurd û hêzên demokratîk kir ku li dijî her cure êrişên qirkirinê û polîtîkayên hevkar têkoşînê bilind bikin.

KNK: Kurd bi yekgirtiyê wê planên dagirkeran vale derxînin

Back to top button