Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku li Ranyayê kesek û li Germiyanê jî 6 kes bi vîrûsa Coronayê ketine.
Wezaretê her wiha da xuyakirin ku li bajarokê Kifrî yê Germiyanê, jineke 63 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da.
Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, 786 kes bi vîrûsê ketine û 22 jî mirin
Lê rewşa xerab di vî alî de hîna li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ye ku jimara qurban û pêketiyan zêde dibe.
Herî dawî 786 kesên din bi vîrûsê ketin û 22’yan jî jiyana xwe ji dest da.
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 2979 kes bi Coronayê ketine û 81 jî mirin
Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Wezareta Tenduristiya Îranê Kiyanûş Cîhanpur diyar kir ku di nava 24 saetên borî de 2 hezar û 979 kes bi Coronayê ketine û 81’î jî jiyana xwe ji dest da.