OHD a Amedê: Li Licê 250 gor hatine xerakirin

Li dijî zextên AKP’ê li ser cenaze û goristanên gerîlayên HPG’ê bertek û nerazîbûn dewam in.

Rêberê Şaxa OHD’ê ya Amedê Parêzer Bawer Mizrak diyar kir ku li Goristana Sîsê 250 gor hatine rûxandin û ev êrîş weke “hiqûqa dijminiyê” pênase kir. û got ew ê têkildarî êrişan serî li saziyên navnetewî bidin.

Mizrak êrişên li dijî goristanan wek “nîşaneya dijminahiya li ser kurdan” nirxand û got: “Di çend mehên dawî de li ser cenaze û goristanan êrişên pir cidî tên kirin. Tişta tînin serê cenaze, gor û goristanan hiqûqa dijminatiyê ye.”

Mizrak diyar kir ku li Goristana Sîsê ya Licê herî dawî 29’ê Gulanê li dijî goran êriş pêk hat û anî ziman” Li vê goristanê nêzî 250 cenaze hene. ”

Mizrak herî dawî got: “Ew ê mijarê bişopbînin û di dema pêş de ji bo rûxandin û êrişên li ser goristanan ew ê serî li sazî û rêxistinên nanveteweyî bidin.”

Back to top button
Close
Close