Xelkê Minbicê cenazeyê şehîd Kerîm Ibrahim oxir kirin

Xelkê Minbicê û Reqa bi merasîman cenazeyê şervanê xwe sipartin axê û peyama tolhidana şehîda dan.

Xelkên Minbicê ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê Hêza Sewrî “Kerîm Ibrahîm” li goristan şehîdan a bajêr kom bûn.

Şehîd Kerîm 17′ Çilya 2024’an li Minbicê şehîd bûbû.

Di merasîmê de kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Li Reqayê cenazeyê şehîd Zeyd El Şêx hat oxirkin

Li Reqayê jî merasîmê şervanê QSD’ê şehîd Zeyd El-Şêx hebû.

Şehîd Zeyd El Şêx 18 Çileya 2024’an dema li ser erka xwe bu şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endamê meclisa leşkerî ya reqayê Mehmûd Xelef axivî û got:

‘Erdogan û çeteyên wî hewil didin bi êrîşên xwe vîna me têk bibin, lê ew ê nikare îradeya me bişkîne, ji ber ku me bedelekî giran da ye.

Xelkê kantona Cizîrê malbata şehîd Zelal bi tenê nehiştin

Li aliyê din, bi sedan şêniyên kantona Cizîrê û endamên saziyên sivîl jî berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Zelal Zagros û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Zelal Zagros, li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê 18’ê Çileyê bi êrişeke terorî hat şehîdkirin.

Back to top button