HPG’ê diyar kir ku êrîşa li ser pêşmerge ne ji aliyê gerîlayan ve hatî kirin û banga avakirina şandeyek serbixwe ji bo lêkolînê kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê bûyera armancgirtina pêşmergeyan daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku çeka bûye sedema îmhakirina wesayîtê pêşmerga ji aliyê gerîlayan ve nehatiye bikaranîn û got:
“Dibe ku ji hewayî û bi fuzeyê ve li vê wesayîtê hatiye xistin.”
HPG’ê teqez kir ku divê ev bûyer were lêkolînkirin û banga avakirina şandeyek serbixwe ji bo wê kir.