Artêşa Iraqê li Şengalê gule li welatiyan reşand

Artêşa Iraqê hêzek şand Sinûnê, lê rastî nerazîbûna ciwanên Êzidî hat. Li vir, artêşa Irqê ciwan gulebaran kirin û di encamê de rojnamevan Nesrîn Hesen û ciwanekî din birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku rojnewsê dayî, artêşa Iraqê xwestiye îro di saetên êvarê de hêzeke zêdetir bişîne nava Sinûnê, lê rastî nerazîbûnên ciwanan hatiye..

Ciwanan, Hamereke artêşa Iraqê ji Sinûnê derxistin û anîn ziman ku eger artêş nikare qada hewayî ya Şengalê biparêze, nabe ku li herêmê jî bimîne.

Piştî van nerazîbûnan, artêşa Iraqê gule li van ciwanên Êzidî barandin..

Di gulebaranê de, nûçegîhana Çira TV û Jinha’yê Nesrîn Hesen ya ji Şengalê ku bûyer dişopand û ciwanekî bi navê Ednan Hemed birîndar bûn.

Birîndar ji bo dermankirinê, rakirin nexweşxaneyê

Back to top button