Şefê Ewlekariyê yê Îranê serdana Iraqê kir

Di demeke ku êrişên Amerîkayê li dijî komên girêdayî Îranê yên li Rojhilata Navîn didomin de, Şefê Ewlekariyê yê Îranê serdana Bexdayê kir.
Heşdî Şebî yê li Iraqê hedefa êrişan e, xwest hêzên Amerîkayê ji Iraqê bên derxistin.

Di demek ku êrişên Amerîkayê li dijî komên girêdayî Îranê li Rojhilata Navîn dewam dikin, Îran jî di nava tevgerê de ye.

Sekreterê Konseya Bilind a Netewî ya Îranê û Nûnerê serokê olî Elî Xamneyî, Elî Ehmedîyan serdana Bexdayê kir.

Ehmediyan ji aliyê Cîgirê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Iraqê Îssam El Saadî ve hate pêşwazîkirin.

Heşdî Şebî: Bila Hêzên Koalîsyonê ji Iraqê derkevin

Li aliyê din ji bo derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê jî niqaş didomin û zext tên kirin.

Heşdi Şebî ku li Iraqê di hedefa êrişên Amerîkayê de ye xwest hêzên koalîsyona navnetewî ji Iraqê derkevin.

Rêveberê Heşdî Şebî Falih El Feyyad têkilidarî mijarê daxuyanî da û xwest hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya Amerîkayê ji Iraqê bên derxistin.

El Feyyad ku di merasima cenazeyên kesên ku di êrişên Amerîkayê yên li dijî Iraqê de roja înê hatibûn kuştin axivî û got,

“Li ofîsên rêveberiyê, nexweşxaneyan û hêzên parazvanên sînor xistin. Armanc girtina Heşdî Şebî lîstina bi agire. Em bang li serokwezîr dikin, ji bo parastina serwerî û rûmeta welat çi pêwîst bike divê bê kirin. Ev jî ancax bi derketiya hêzên koalîsyonê ji Iraqê pêkan e.”

Back to top button