Droneke “HÛSΔ ji aliyê Koalîsyona Erebî ve hat xwarê

Vê sibehê droneke “hêzên Hûsî” ya ku ber bi Siûdiyê ve hate avêtin, ji aliyê Koalîsyona welatên Ereb hat bêbandorkirin. 

Berdevkê Koalîsyona welatên Ereb li Yemenê Tirkî el-Malikî ragihand ku pergala parastina wan a asmanî drona ku “Hûsiyan” ber bi Xemîs Meşît a li başûrê Siûdiyê ve şandibû, anî xwarê.

Encumena Wezîrên Yemenê jî duh di civîneke online de, diyar kir ku helwestên “Hûsiyan”, keraseteke mirovî, her wiha metirsiyan li ser dewlet û ava navnetewî çêdikin.

Encumenê ji civaka navnetewî daxwaz kir ku helwesteke cidî li hember nepejirandina “Hûsiyan” a van danûstandinan nîşan bide.

Ji aliyê xwe ve jî, Serkirdeyê “hêzên Hûsî” Mihemmed Elî El-Hûsî, daxuiyaniyên Amerîka yên der barê projeya aştiyê li Yemenê de, bi “firotina xeyalan” bi nav kir.

Back to top button