NY ji ber zêdebelavbûna Corona li Kampa Holê metirsiya xwe anî ziman

Piştî zêdebûna pêketiyên Coronayê, NY der barê rewşa tenduristî ya li Kampa Holê weke her car tenê metirsiya xwe anî ziman. 

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Stéphane Dujarric di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku ew der barê bilindbûna rewşên pêketiyên Coronayê yên li tevahî Sûriyê, di nav de jî Kampa Holê, bi-fikar in.

Dujarric ji bo zêdebelavbûna vîrûsê li kampê hişyarî da û got ku NY û rêxistinên mirovî baş ji bo rewşa kampa Holê dixebitin û pêdiviyên tenduristî pêşkêş dikin.

Berdevekê NY bal kişand ser vegera welatiyan jî û bang kir ku eger çi kes ji bo welatekî sêyemîn were şandin, divê bi awayekî ewle û ne bi darê zorê be.

Back to top button